• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Gulan Media November 30, 2022 Nûçe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pesendkirina pêşniyazyasaya berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk, peyamek belav kir.

Îro Sêşemê 29ê Mijdara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û bal kişand ser girîngiya pesendkirina pêşniyazyasaya berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye eşkerekirin: “Ez bi germî pêşwazî li pesendkirina pêşniyazyasaya 'berkarkirina yasaya federal a îmzeya elektronîk û muameleyên elektronîk' ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, dikim. Pesendkirina hemwarkirina vê yasaya girîng, ku hewleke hevbeş a hikûmetê ye bi hevkarî û piştevaniya baştirîn şarezayên cîhanê, pêngaveke din e di proseya werçerxa dîjîtalî ya Kabîneya Nehem de bi arasteya gihîştina hikûmeteke tam a dîjîtal di dawiya sala 2025an de.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez di hemû gotûbêjên xwe yên ligel ciwanan, bazirgan, karsaz û veberhêneran de wê yekê hest dikim ku sermayeyeke me ya mezin a mirovî ya veşartî heye. Di çendîn bone û dîdaran de daxwaza ciwanên me ji bo dîjîtalkirin, çaksaziya sektora bankî, zelalî û şefafiyeta bac û nehiştina burokrasî û belawelakirina samanên giştî, gihiştiye min ku hemû bi girîngî, kar li ser wan hatine kirin. Em dibînin ku serkirdeyên me yên ciwan di nav civaka xwe de û di cîhana elektronîk de bi bandor bûn. Pêşketinên wan ji ber wê yekê ye ku dema hikûmet zemîn û çavkaniya pêwîst ji bo welatiyên bi şiyan desteber dike, ew pêşketinên mezin bi dest dixin.”

Herwiha eşkere kir: “Me di kabîneyê de berkarkirin û hemwarkirina vê yasayê kire karê pêşîn, ji bo dabînkirina çarçoveya yasaya pêwîst ji bo welatiyan û bazirgan û hikûmetê, da ku bi temamî îmzeya elektronîk bi kar bînin. Bêguman em bi tenê nikarin van karan bikin, çimkî siberoja dîjîtalî ya Kurdistanê û derxistina şiyanên wan ên rasteqîn, pêwîstî bi hemû pêkhateyên civakê heye, da ku bi hev re kar bikin.”

Di beşeke peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê Parlamentoya Kurdistanê û desteya wê ya serokatiyê jî kir ji bo piştevaniya wan a di vê yasayê de.

 

K24

Top