Îranê ji bo operasyona ser Rojava bang li Tirkiyê kir
Wezîrê Derve yê Îranê di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Tirkiyê topbaran û bombebarankirina Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola HSDê de gotûbêj kir û daxwaz ji Enqerê kir, êrîşî axa Sûriyê neke.
Wezareta Derve ya Îranê îro Çarşembê 30ê Mijdara 2022an di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
Di dauxyaniyê de tê gotin, “Îran nîgeraniyên emnî yên Tirkiyê û pêwîstiya nehîştina wan fêm bike, lê belê ji bo ew nîgeranî nemînin, divê gotûbêjên emnî yên berdewam di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hebin.”
Wezareta Derve ya Îranê dibêje, Hisên Emîr-Ebdullahiyan di wê pêwendiya telefonî de ji Mevlut Çavuşoglu re gotiye, “Xwespartina bi operasyonên leşkerî ne tenê alîkariya çareseriya pirsgirêkan nake, di heman demê de zirarê digihîne û rewşê aloz dike.”
Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.
Herwiha berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê jî dikin ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDê de bidin destpêkirin.
Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne.
Rêveberiya xweser herwiha dibêje di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Surî ne.
Rudaw
