• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêwirmenda Esed: Em ji daxuyaniyên Tirkiyê bawer nakin

Gulan Media November 29, 2022 Nûçe
Şêwirmenda Esed: Em ji daxuyaniyên Tirkiyê bawer nakin

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed Buseyna Şaban ragihand ku “Ew baweriyê bi hemû daxuyaniyên Tirkiyê nakin, ji ber peywendiya wan bi rastiyê re nîne.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 27ê Mijdarê ragihand ku çawa bi Misirê re peywendiyên xwe asayî kirine, piştî vê dikarin bi Sûriyê re jî asayî bikin.

Şêwirmenda Esed a bi navê Buseyna Şaban, derbarê peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de ji televîzyona Al-Sharq a Misrî re axifî ku navenda wê li Stenbolê ye. Şaban got: “Baweriya Sûriyê bi daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê asayîkirina peywendiyên Enqere û Şamê de nayê.”

Şaban derbarê gotinên Erdogan de jî dibêje: “Gotinên Serokkomar Erdogan bo bikaranîna medyayê bûn. Baweriya me bi hemû daxuyaniyên Tirkiyê nayê, ji ber tiştekî fermî nîne. Daxuyaniyên bi vî awayî çend meh in hene. Lê ji bo berjewendiyên xwe yan ji bo hilbijartinan an jî ji bo bikaranîn û zextkirina li ser welatên din û kesên din dikin. Ji bo van daxuyaniyan planên wan hene û peywendiya wan bi rastiyê re nîne.”

 

Rudaw

Top