• Saturday, 21 February 2026
logo

YPG: Emê bersifeke dijwar bidin her cure êrîşekî

Gulan Media November 26, 2022 Nûçe
YPG: Emê bersifeke dijwar bidin her cure êrîşekî

Dibêje heta niha Tirkiye hêzeke zêde neşandiye deverê.

Êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewamin û çapemeniya Tirkiyeyê jî behsa amadekariyên operasiyoneke bejahî dike.

Li hember de jî YPG ku, beşê sereke yê HSD ye ragihandiye ku, her çend êrîşên asmanî berdewamin lê heta niha Tirkiye hêzeke zêde bo destpê kirina operasiyoneke bejahî neşandiye deverê.

YPG herwiha eşkere kiriye ku, vê her cure operasiyon û êrîşeke bejahî ya Tirkiyeyê bo ser deverê bê bersif nemîne û YPG û hevparên vê xwe amade kirine daku, bersifa her cure êrîş û operasiyoneke bejahî bi dijwarî bidin.

YPG ev yek aniye ziman ku, destpê kirina operasiyona bejahî pêdiviya xwe bi erê kirina Amerîka, Rûsye û hevpeymaniya cîhaniye û heta ev erê kirinê neyê bidestxistin, Tirkiye nikare operasiyoneke wisa lidar bixe.

YPG tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, di her şer û mercekê de xwe bo bersif dana her cure êrîş û operasiyonekê amade kiriye.

 

Rudaw

Top