• Saturday, 21 February 2026
logo

Plasschaert: Êrîşên Îranê nayên qebûlkirin

Gulan Media November 23, 2022 Nûçe
Plasschaert: Êrîşên Îranê nayên qebûlkirin

Li ser êrîşên Îranê, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, di peyamekê de ragihand, êrîşên berdewam ên Îranê nayên qebûlkirin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Mixabin tenê em dikarin gotinên xwe dubare bikin.”

Jeanine Hennis-Plasschaert diyar dike: “Êrîşên berdewam ên Îranê nayên qebûlkirin, divê Iraq rê nede gefên din.”

Plasschaert destnîşan kir: “Hêza Iraqê ji yekrêziya navxweyî dest pê dike.”

Duh Komara Îslamî ya Îranê bi rêya dron û mûşekan, çend kampên niştecîbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin armanc.

Li gor amarên herî dawî, di encama êrîşa Îranê de pêşmergeyekî  Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê Behzad şehîd bû.

Top