• Saturday, 21 February 2026
logo

Rûsyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê bang li Tirkiyê kir: Divê çareseriya pirsa Kurd bê dîtin

Gulan Media November 22, 2022 Nûçe
Rûsyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê bang li Tirkiyê kir: Divê çareseriya pirsa Kurd bê dîtin

Nûnerê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev got ku ew bi hêvî ne ku Tirkiye piştî êrîşa asmanî ya li ser Rojavayê Kurdistanê "li Sûriyeyê nermbûnê nîşan bide" û ji her cureya bikaranîna hêza dûr bixe.

Rûsyayê bang li Tirkiyê kir ku li Sûriyê ji bikaranîna hêza leşkerî ya zêde dûr bikeve û nerm tevbigere. Piştî Almanya, Îran û Amerîkayê, Rûsyayê jî derbarê êrîşên Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê. Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, bang li Tirkiyê kir ku ji zêdekirina aloziyan dûr bikeve.

19emîn hevdîtinên Astanayê yên têkildarî krîza Sûriyê îro dest pê dikin. Biryar e di lûtkeya 22-23ê Mijdarê de  şandên Tirkiye, Rûsya û Îranê û rêveberiya Şamê û opozisyona Sûriyê jî amade bin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev ku ji bo hevdîtinên li paytexta Kazakistanê li bajarê Astanayê ye, li vir daxuyanî da rojnamevanan û got ku Rûsyayê bang li Tirkiyê kiriye ku ji bo ku li Sûriyê alozî çênebin xwe nerm bike.

Aleksandr Lavrentyev got: “Em bang li hevkarên xwe yên Tirk dikin ku ji bo ne tenê li herêmên bakur û bakur-rojhilatê Sûriyeyê, lê li tevahiya welat ji bo rê li ber derketina aloziyan were gityin, hinekî xwe ragirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê em bi hemû aliyên pêwendîdar re kar û xebata xwe bidomînin û hewl bidin ku ji bo hemû pirsgirêkên din, di nav de pirsgirêka Kurd, çareseriyeke rasteqîne bibînin.”

Berpirsê Rûsî herwiha anî ziman: “Bi mehane Rûsyayê her tişt kir ku pêşî li operasyoneke bejayî ya mezin bigire.”

Lavrentyev herwiha dibêje: “Eger Amerîka ji bakurê rojhilatê Sûriyê vekişe, dê bo aramiya herêmê baştir bibe.”

Li aliyê din balafirên şer ên Rûsyayê doh di ser sînorên navbera HSD û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê re firiyan. Almanya, Îran û Amerîkayê jî derbarê operasyonên Tirkiyê de nerazîbûn nîşan dabûn.

Artêşa Tirkiyê 20ê Mijdarê li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê rêze êrişên asmanî pêk anîn û firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe kirin armanc.

Li herHerêmên Qendîl, Asos û Xakûrkê yên Herêma Kurdistanê û herêmên Kobanî, Kaniya Ereba, Minbic, Zor Migar, Tel Rifat, Cezîre û Dêrikê yên Rojava bûn hedef û di encamê de bi dehan sivîlan cane xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir ku di êrîşa ku di bin navê "Operasyona Pençe -Şûr" de hat kirin de 184 gerîlayên PKKê û şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê din Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku di êrîşan de herî kêm 37 kesan canê xwe ji dest dane.

Hersê welatên navborî li Sûriya ku ji sala 2011an vir ve nêzî nîv mîlyon mirovan ji ber şer û aloziyan canê xwe ji dest dane, roleke sereke hene.

 

Rudaw

Top