• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kolombiyayê di pevçûnan de 18 kes mirin

Gulan Media November 21, 2022 Nûçe
Li Kolombiyayê di pevçûnan de 18 kes mirin

Li Kolombiyayê di pevçûna navbera endamên berê yên Hêzên Çekdar a Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) ên ku çekên xwe nedanîne û komeke çekdar a bi navê "komandoyên sînor" ên ser bi hikûmeta Kolombiyayê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya çapemeniya Kolombiyayê, li gundên bi navê Las Delicias û Los Pinos yên navçeya Puerto Gazman a ser bi rêvebiriya navenda Putumayo pevçûn derketin. Di pevçûna navbera herdû gruban de 18 kesan canê xwe ji dest dan.

Serokê şaredariya Puerto Guzman Edîson Gerardo Mora Rojas di daxuyaniya xwe de kuştina 18 kesên di pevçûna navbera herdû gruban de piştrast kir.

Rojas diyar kir termên wan kesan ji bo navenda tiba edlî hatine şandin û diyar kir ku hîn nehatiye zanîn ka ji kîjan aliyan çend kes hatine kuştin.

Rayedaran dan xuyakirin ku ji ber pevçûnan wê konseya ewlekariyê ya li herêmê ji bo nirxandina rewşê li hev bicive.

Di 27 'ê Hezîrana 2017'an de piştî derbasbanûna pevçûna zêdetirî nîv sedsalî, FARC'ê, çeka di destê xwe ya dawî jî bi merasîmekî radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiri bû.

 

Basnews

Top