• Saturday, 21 February 2026
logo

Rojhilat- Di serhildana îşev de zêdeyî 10 kes şehîd bûne

Gulan Media November 21, 2022 Nûçe
Rojhilat- Di serhildana îşev de zêdeyî 10 kes şehîd bûne

Li gor çavkaniyeke haydar ji serhildana îşev a Rojhilatê Kurdistanê de zêdetirî 10 kes şehîd bûne.

Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan (Hangaw) Erselan Yar Ehmedî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand, di serhildana îşev a Rojhilatê Kurdistanê de zêdetirî 10 kes şehîd bûne.

Ji aliyê din ve Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw li ser malpera xwe ragihand ku xortekî 16 salî yê bi navê Karwan Qadir Şukrî xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Herwiha ji kesên hatin qetilkirin 3 xwişk û bira ne.

Serhildana Rojhilatê Kurdistanê di van rojên dawî de berbelav bûye û hêzên hikûmeta Îranê bi çek û cebilxaneyên curbicur rûbirûyê wan bûne û rasterast teqe li welatiyên serhildanê dikin.

 

Basnews

Top