• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Hewlêrê ji bo qurbanên teqîna li Silêmaniyê serxweşî tê danîn

Gulan Media November 19, 2022 Nûçe
Li Hewlêrê ji bo qurbanên teqîna li Silêmaniyê serxweşî tê danîn

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand, li Hewlêrê ji bo qurbanên bûyera li Silêmaniyê serxweşî tê danîn.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got: ‘’Piştî ku li Silêmaniyê serxweşî temam bû, bi beşdariya endamên malbata qurbaniyan ve, li Hewlêrê jî dê serxweşî bê danîn.’’

Derbarê dem û cîhê rêveçûna serxweşiyê de jî Umêd Xoşnaw got: ‘’Di rojên pêş de cîh û dema rêveçûna serxweşiyê dê bê diyar kirin.’’

 

Basnews

Top