Serokê Hikûmetê dûvçûnê ji bo bûyera li Silêmaniyê dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îşev bi rêya telefonê ve pêwendî li gel parêzgerê Silêmaniyê pêkanî, bo agahdar bûn û dûvçûnê li ser bûyera biêş a îşev li Silêmaniyê pêkhatî.
Îşev ji bo dûvçûna li ser bûyera teqîna gazê li bajarê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendî li gel parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir pêkanî û erkdar kir ku saziyên pêwendîdar ên hikûmetê dûvçûnên hûr û bilez bo sedemê bûyera biêş bikin û bi hewara ziyanlêketiyan ve biçin û her çi pêwîst be bikin.
Serokê hikûmetê herwaha serxweşî û hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên qurbaniyan nîşanda û hêviya başî û selametiyê ji bo birîndaran xwest.
Basnews
