Akşener bo Erdogan: Em li ser maseya qûmarê rûnanin
Seroka ÎYÎ Partiyê di bersiva xwe ya bo Serokkomarê Tirkiyê ku daxwaz kiribû partiya wê ji Hevpeymaniya Millet vekişe de got, “Em ti caran li ser maseyeke qumarê ku siberoja gelê me li ser tê jinavbirin, nerûniştine û em ji niha û şûnde jî rûnanin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 17ê Mijdara 2022an di vegera xwe ji Endonezyayê ku di çarçoveya Lûtkeya G-20 de li wir bû, di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan di bersiva pirsekê de ji ÎYÎ Partiyê daxwaz kir ku ji Hevpeyamaniya Milet vekişe û got, “Li vir em di nav opozîsyonê de CHPê daynin cihekî, ji xwe ne hewce ye ez behsa maseya hemû partiyên li ser maseya 6 partiyan bikim lê mana ÎYÎ Partiyê ligel wan cihê fikarê ye. Ew çima ligel van partiyan li ser yek maseyê ne. Em hêvî dikin ku ew vê maseyê bicih bihêlin.”
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî heman rojê di civîneke çapemeniyê de bersiva Serokkomarê Tirkiyê da û got ku ew ti caran li ser maseyeke qumarê nerûniştine ku li ser wê siberoja welatiyan tê jinavbirin û ji niha û şûnde jî li ser wê maseyê cih nagirin.
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener anî ziman, “Ya ku ez dibînim Birêz Erdogan ji bo hilbijartinan nîgeran e û ji ber wê jî her sibeha ku radibe, ji bo çareseriya vê yekê hewl dide hinek pêngavan bavêje. Hefteya din hevdîtineke gelek kêfxweş ligel HDPê kirin, ya yekem ev e. Piştre Selahattîn Demîrtaş ku girtî ye bi helikopter û balafira taybet bo dîtîna malbata wî hat şandin. Wêneyek wiha li vir heye. Ez bawer im vê sibê jî rabûye û gotiye ez çareseriyeke wiha bibînim. Vê care jî hewl daye piştî HDPê di derbarê me de jî hewldanekê bike lê em partiyeke wiha ya sîyasî ne ku me duh parastina çi dikir em îro jî wê diparêzin. Ji ber wê jî em ti caran li ser maseyeke qumar ku siberoja gelê me li ser tê jinavbirin, nerûniştine û em ji niha û şûnde jî rûnanin.”
Rudaw
