• Saturday, 21 February 2026
logo

NYê derbarê teqîna li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir

Gulan Media November 18, 2022 Nûçe
NYê derbarê teqîna li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir

 şevdin 17.11.2022yê nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) derbarê teqîna îşev a li Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya di tora fermî ya UNAMI ya tora civakî Twitterê de hatiye belav kirin de hat ragehandin: ‘’Bîr û heş û duayên me li gel berketiyên teqîna bi karesat a tanka gazê ya li Silêmaniyê ye ku ji ber wê gelek kes bûn qurbanî. Serxweşiyê li malbatên qurbaniyan dikin û hêviya zû selametbûnê ji bo birîndaran dixwazin û destxweşiyê li hewldanên hewarçûnê dikin.’’

Top