• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan

Gulan Media November 15, 2022 Nûçe
Serok      Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Letîf Reşîf behsa rewşa siyasiya Îraqê, porsesa siyasî û pêngavên hikûmeta nû ya Îraqê kirin û her du alî piştîvaniya xwe bo hikûmeta Îraqê û serxistina bernameya hikûmetê diyar kirin.

Di beşeke din ya civînê de behsa têkiliyên Îraqê yên li gel welatên din û pêgeha vê welatî li navendên cîhanî hate kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, lazime kêşeyên heyî bidûr ji zimanê tundî û gefan werin çareserkirin.
 

Top