• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî di merasîma ragehandina Enstutiya Dahênan û Nûjengeriya Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir

Gulan Media November 14, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî di merasîma ragehandina Enstutiya Dahênan û Nûjengeriya Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir

 Îro 14.11.2022yê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma damezrandina Enstutiya Dahênan û Nûjengeriya Kurdistanê birêve çû û Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkeş kir.

Di gotara xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşên vê sibehê yên ji aliyê Îranê ve li ser binkeyên KDP-Î li Koye û Komeleya Zehmetkêşan li Zirgwêz bi mûşek û dronan pêkhatin şermezar kir.

Barzanî ragehand: ‘’Berî her tiştekî di gotara xwe de ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku, îro 238emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmanî ya xoşewîst e û bi boneya vê rojê pîrozbahiyê li me hemûyan û xelkê Silêmaniyê û hemû Kurdistanê dikim. Pêgeha bajarê Silêmaniyê di dîroka xebat û tekoşîna gelê me de berçav e. bajarê helmet û qurbanî û paytexta rewşenbîriya me ye û layîqê xizmeta herî baş e. hêvîdarim bi hewkariya dilsozên gelê me ve, nîgeraniyên xelkê wî bajarî em derbas bikin û dûr ji destwerdanên partî û takekesî, yasa serwer be û hemû astengan derbas bikin ku em bikarin ji aliyê îdarî û avadaniyê ve giringiyekî zêdetir bidin Silêmaniyê ku di asta pêgeha resen a wî bajarî de be. Careke din pîroz be li me hemûyan.’’

Barzanî ragehand; Ez kefyxweşim ku îro li gel we beşdarî boneyekî waha giring de me ku ew jî Enstutiya Dahênan û Nûjengeriya Kurdistanê ye ku wek KII tê nas kirin. Berhemên vê enstutiyê û destkeftên wê yek ji armancên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji bo min bixwe jî tiştekî gelek taybet e û berdewam hebûna navendekî wah awat û daxwaza min bûye. Berdewam yek ji armancên min ên serekî jî dîtina rêyekî û derfetekî bûye ji bo xulqandin û behre û twanayên hemniştimaniyan bi taybet jî bo ciwanên me. Di hemû dîdar û gotûbêjên me de çi li gel ciwanên Kurdistanê be, yan hemwelatiyan bi giştî be, berdewam piştevaniya xwe me ji bo pêşxistina xulqandin û şiyanan teqez nîşan daye.

Mesrûr Barzanî got, îro em radigehînin ku werçerxeke giringe ji bo geşepêdan û geşepêdana civaka me, ew jî destbikarbûna navendekî ye bo pêşxistina şiyanan û behreyên ciwanan û pêşxistina aboriya me. Ev enstutiya ku îro dest bi kar dibe, dibe cîheke ku jiyanê bi fikirandin û dahênan dibexşe. Dahênan têde pêşdikevin û zanist û zanîn têde pêşdikeve û herwaha dahênan tê xelat kirin. KII dibe navendekî wisa ku ji berê de awat û daxwaza min bû li Kurdistanê û Kurdistan bibe niştimanekî pir zanist û zanyarî, cîhekî ku derfetên herî baş ji bo mirovê zîrek hebe. Ev saziya bi taybetkî derfetekî zêrîne li pêş ciwanên me, ku pêşiya wan vedike bo bingehekî ava bike û dabîn kirina amûr û piştevaniya darayî ve hewkariya wan hizir û fikrên xulqandinê dike. pêşwazî li her kesekî dike ku armanca wî dahênan be yan demên xwe bo lêkolîn û teknolojiyê cuda dike.

 

Basnews

Top