Gorran: PDK êdî YNKê wek hêzeke mil bi milê xwe nabîne!
Ferman Mecîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Qonaxa fîftî bi fîftî ango 50+50 derbasbû ku YNKê û PDKê di qonaxên berê de hemû payeyên hikûmetê di navbera xwe de dabeş bikin. Herçend sedemê wê ji ber encamên şerê navxwe û pirsgirêkên borî be jî, lê 9 sal zêdetir e hêzên nû hatine nav qada siyasî ya Kurdistanê û nabe ew hêzane ji nedîtî ve bên çavlê kirin.’’
Herwaha got: ‘’Ji bo PDKê aşkera bûye ku ew giraniya berê ya YNKê nemaye, ku bi awayek rasterast bikare vebûn li gel bê kirin, yan wek hêzeke mil bi milê xwe lê binêre.’’ Herwaha li gor navborî eger Gorran di qada siyasî de hebûna wê neba, wê demê dibû PDK mil bi milê YNKê hatiba dîtin, lê ‘’Madem naha Gorran heye û hêzên din jî hene, nabe hesab bo wan hêzan neyê kirin. Ji ber hebûna wan hêzan cudayî heye ji salên borî, yan jî weger çêbe bo heman hizra berê ya rêveberiya îdarî ya vî welatî.’’
Ferman Mecîd got bo parastina asayîşa netewî ya Kurdistanê; ‘’Pêwîste hemahengi û lêknêzîkbûna temam di navbera me de hebe û beşdariya rasteqîn bi hemû hêz û aliyên siyasî bê kirin, ku em bikarin li ser asta Iraq û herêma Kurdistan xwediyê yek gotara siyasî bin.’’
Navborî dawiyê de jî got, ez hêvîdarim çar sal aram û xweş derbas bibe bo hemwelatiyên Kurdistanê û rewşê de guhertin pêkbê.
Basnews
