Rîva Kastoryano, lêkolînera bilind li Navenda Lêkolînên Navneteweyî ya Parîsê ji bo Gulanê: Îro kurd di navendên navneteweyî de bi meşrûiyeteke (rewayeke) temam xwe wekî "Kurd" didin nasîn, ne wekî welatiyên wan dewletên ku jê hatine.
Profesor Rîva Kastoryano, yek ji lêkolînerên diyar ên warê neteweperwerî
(nasyonalîzm), koç û pêvebûna siyasî ye, ku zêdetirî çil sal tecrûbeya wê ya
akademîk a kûr heye. Wekî profesora fexrî li Navenda Lêkolînên Navneteweyî ya
Parîsê û mamosteya berê ya Zanîngeha Harvardê, karîbûye nêrîneke cuda derbarê
çawaniya pêşketina nasnameyên neteweyî û olî de pêşkêş bike. Lêkolînên wê tîşkê
didin ser pirsa welatîbûnê (hevwelatîbûn) û çawaniya guncandina pirrengiyê ji
aliyê dewletan ve. Ew xwediyê çendîn pirtûkên girîng e û sosyolojiya siyasî û
lêkolîna berawirdî bi hev re girê dide. Di vê hevpeyvînê de me zêdetir tîşk
xistiye ser têgeheke nû ya nasyonalîzmê ku wê nav lê kiriye: "Nasyonalîzma
Transneteweyî - Transnational Nationalisms".
● Di gotara "Nasyonalîzma Transneteweyî" de, hûn cudahiyê dixin navbera
nasyonalîzma nanîştimanî ya civakan û dernîştimanî ya dewletan; gelo pratîkên
pirsînor, dewleta neteweyî lawaz dikin, an nasyonalîzmê li wê devera sînorên
cografî bihêztir û çalaktir dikin?
- Nasyonalîzma transneteweyî, îfadeya formeke modern a nasnameyê dike ku ji
sînorên kevneşopî yên dewlet-neteweyê derdikeve. Ev têgeh taybet e bi
hindikahiyên ku di rûyê siyasî de beşek in ji dewletê, lê di pêkhateya çandî
ya "netewe"yê de qutbûyî ne. Li vir netewe wekî civakeke dîrokî û çandî ya
belavbûyî li ser cografyayeke berfireh tê pênasekirin, ku ji pîvana
"diaspora"yê cuda ye. Berfirehbûna vê întîmaya (girêdayîbûna) neteweyî,
dewletê bihêz dike, ji ber ku hevsengiyeke çandî ya sînorbez derdixe holê,
lê ji nêrîneke komarî ve, ev dibe sedema lawazbûna bixwe qewareya dewletê.
Ji ber ku dema dewlet hewl dide peywendiya welatiyên derve bi xaka dayikê re
ragire, sînorên siyasî derbas dike û cewhera welatîbûna navxweyî dihejîne.
Ji aliyekî din ve, ev pêvajo hindikahiyan bihêz dike û desthilateke
pirdewletî dide wan, da ku bi rêya wê ve zextê bixin ser dewletan ji bo
bidestxistina mafên xwe yên bingehîn. Tevî ku serweriya dawî her li cem
dewletê ye, lê ev amûra nû, qada siyasî ya hindikahiyan di asta navneteweyî
de berfirehtir dike û pêgeha danûstandina siyasî ji bo parastina nasname û
mafên wan ên dîrokî bihêztir û kariyertir dike.
● Gelo welatîbûna pirçandî dikare nasnameyên sînorbezî û întîmayên pirreng bi
dewletê re biguncîne, an ev yek dibe sedema kûrkirina cemsergiriya
(polarîzasyona) siyasî û dabeşbûna civakî di navbera pêkhate û saziyên niştimanî
de di serdema îro de?
- Nêrîna min derbarê nasyonalîzma transneteweyî bi rêya lêkolîna li ser pirsa
hindikahî û pirçandiyê li welatên rojavayî de hatiye dariştin. Siyaseta
nasnameyê li Fransayê, meşrûiyeteke siyasî da cudahiyên zimanî, olî û çandî.
Ev meşrûiyet bû sedema bihêzbûna pêgeha siyasî ya hindikahiyan û dirustbûna
hevgirtineke piralî û sînorbez. Tişta ku îro tê dîtin, ne tenê diasporeyeke
klasîk a belavbûyî ye, belkî cureyekî nû yê rêxistin û torebendiya hêzê ye
ku nasnameyan li derveyî sînoran yek dike. Ev rewş teheddayeke
(berengariyeke) mezin e ji bo dewletê, ji ber ku dewlet dixwaze bi rêya
welatîbûnê ve hemûyan li ser bingeha wekheviyê kom bike, lê paradoksa
pirçandiyê li vir e: gelo gengaz e parastina cudahiyê bê kirin û wekhevî jî
pêk were? Dema welatîbûn ji neteweyê cuda dibe, ev civak dibin "korpele
netewe" di nav dewletan de. Binketina pirçandiyê di anîna wekheviya rasteqîn
de, kir ku ev kom serî li hevgirtina transneteweyî bidin. Di rastiyê de,
dema dewlet nikaribe wekheviya siyasî û civakî ya temam ji bo nasnameyên
cuda dabîn bike, întîmaya wan koman ji bo derveyî sînorên neteweyî geş dibe
û bingehên dewleta neteweyî rûbirûyî têkçûneke cewherî dibin, ku ev jî
formeke nû ya hêza cîhanî di vê serdemê de ji bo mirovahiyê û peywendiyên
navbera dewlet û nasnameyên cuda bi temamî û zelalî diafirîne.
● Çi dibe sedema cudahiyê di navbera wê civaka ku van girêdayîbûnan qebûl dike û
yeka din ku tê de dibin çavkaniya dirustbûna alozî (girjî)yê?
- Dema hindikahî berê xwe didin daxwaza xakê, dibin çavenda milmilaneya tund.
Di vê hegemoniya populîst a niha de, netewe wekî bazineke girtî tê nîşandan,
nasnameyeke çespandî ku pêwîst e welatî bi temamî tê de bihele. Dema civakek
ji çarçoveya vê qut dibe, têgeheke nû ji bo neteweyê tê dartaşîn ku bi laşê
siyasî re nakok e. Ev naveroka gotara Fransî ye derbarê binketina
pirçandiyê, ku qaşo bûye sedema piştguhxistina qadên giştî û serhildana
cudaxwaziyê. Lûtkeya aloziyê ew dem e ku ev hindikahî bi rêya piştgiriya
derve ve bihêz dibin û îfadeya nasnameyeke serbixwe dikin, ev jî pêvajoya
yekbûna niştimanî û serweriya dewletê rûbirûyî teheddayeke cidî û hejîner
dike, ji ber ku bingehên hevbeşiya siyasî û yekparçebûna civakî têk dide û
aştiya navxweyî dixe metirsiyê.
● Gelo nasyonalîzma kurdî îfadeya nasyonalîzma transnîştimanî, revend (diaspora)
an dûredest dike, an ji ber dabeşbûna cografî û xerîbiyê, têkeliyek e ji her sê
pîvanên cuda û aloz?
- Nasyonalîzma kurdî têkeliyek e ji çendîn pîvanên cuda, li vir mirov dikare
hindikahiyan ji bo du cureyan dabeş bike: hindikahiyên niştimanî ku xwedî
xak in, û hindikahiyên bêxak. Kurd di xaneya yekem de cih digirin. Ji ber ku
nasnameya wan li ser cografyayeke diyarkirî koka xwe berdaye. Cudahiyên
navbera nasyonalîzma diaspora û transnîştimanî di wê de ye ku ya yekem berî
damezrandina dewletê belavbûyî bûn, wekî Cihû û Ermen û Kurdan, ku armanca
wan vegera bo xakeke siyasî ye. Lê transnîştimanî ji dewleteke serbixwe koç
kirine. Rewşa Kurdan aloztir e, ew wekî hindikahiyeke niştimanî di çar
dewletan de (Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran) dabeş bûne û heman demê revedeke
(diasporayeke) wan a mezin jî di cîhanê de heye. Ev belavbûna di nav çar
sîstemên siyasî û pirrengiya zimanî û olî de, wênesazkirina neteweyeke
yekgirtî dike teheddayeke fikrî ya mezin. Kurd li derve bi nasyonalîzma
diasporayê mijûl in, ji ber ku stratejiya wan ber bi serxwebûna xakê ve ye,
lê li navxweyî peywendiyeke wan a cuda bi dewletan re heye. Lewra, dibe ku
modela federalîzmeke ku li berçavgirtina vê dabeşbûna çarlayenî bike,
vebijarka herî guncaw be. Komkirina vê hemû dînamîka cuda di çarçoveya
qewareyeke siyasî ya hevbeş de, projeyeke me'rîfî ya gelekî zehmet û bêhempa
ye ku pêwîstiya wê bi têramîneke kûr heye ji bo têgihiştina têgeha piranî û
hindikahî di dewleteke pirçandî ya paşerojê de. Kurd têkeliyek in ji koka
niştimanî û belavbûna cîhanî, ev jî kiriye ku tevgera wan di ti teoriyên
klasîk de bi tenê cih negire û her tim wekî mînakeke bêhempa bimîne ku
hêjayî lêkolîneke hûrgilî, kûr û zanistî ye.
● Heger em civakên kurdî yên rûniştvanên Ewropayê tenê di çarçoveya têgeha
'diaspora'yê de kurt bikin, em ê rastî çi cure kêmasiyeke me'rîfî û
têgihiştineke çewt werin li hember pîvanên wan ên dîrokî, siyasî û nasnameyî?
- Li vir ti tênegihîştinek li holê nîne, Kurd têkeliyek in ji diaspora û
civaka transneteweyî. Ew mînaka "belavbûna berî dewletê" ne, mîna
Filistîniyan, ji aliyekî ve hilgirê nasnameya (welatîbûna) welatên Tirkiye,
Îran, Sûriye û Iraqê ne û di rûyê yasayî ve bi wan dewletan ve girêdayî ne,
ji aliyekî din ve di çarçoveyeke "transnîştimanî" de dijîn. Ev rewş di rûyê
teorî û fikrî ve aloziyeke wê ya zêde heye, lê ez têgeha "diaspora"yê
guncawtir dibînim, ji ber ku ev girêdayî şêwazê nasandina xwebûnê ji aliyê
bi xwe kesan ve ye. Di lêkolînên min de li ser koçberên Tirkiyeyê, ez
rûbirûyî diyardeyeke balkêş bûm, gelek kes dema pirsa cihê jidayikbûna wan
ji wan dihat kirin, digotin "Kurdistan", di demekê de ku li bajarên wekî
Enqere û Stenbolê ji dayik bûbûn. Ev nîşan dide ku Kurdistan ji bo wan
"cografyayeke xeyalkirî ye" ku nasnameya xwe tê de dibînin, ne tenê ew
navçeya cografî ya diyarkirî ye ku li rojhilatê Tirkiyeyê ye. Ev belavbûn li
ser bingeha dîrokeke hevbeş û xeyala avakirina netewe-dewletê dirust bûye,
ku tê de hindikahiyek di tevahiya cîhanê de belav bûne.
Niha guhertineke mezin di nasnameya kurdî de rû daye, heger berê di bin zextê de
nasnameya xwe vedişartin, îro di navendên navneteweyî û ewropî de bi eşkereyî û
bi meşrûiyeteke temam xwe wekî "Kurd" didin nasîn, ne wekî welatiyên wan
dewletên ku jê hatine. Cudahiyên bingehîn di wê de ne ku dewlet-neteweya klasîk
ber bi "yekdestî" (yek ziman û yek al) gavan diavêje, lê "neteweya
transnîştiman" bi sirûşta xwe "pirreng" û ne-yekdest e. Ev netewe li ser bingeha
ezmûnên cuda yên komeke xelkê belavbûyî hatiye avakirin ku tevî cudahiyên wan,
li derdora nasnameyeke hevbeş kom dibin. Ev pirrengî kiriye ku têgeha "civaka
transneteweyî ya yekdest" ne pêkan be, ji ber ku her beşeke vê diasporayê xwedî
taybetmendî û paşxaneyeke navçeyî ya cuda ye.
● Tevî dabeşbûna cografî û belavbûna cîhanî, nasnameya neteweyî di nav
pirdewletî û mercên cuda de çawa hatiye parastin? Kîjan pîvanên çandî û dîrokî
berdewamiyê didin vê întîmaya hevbeş û sînorên destkird derbas dikin?
- Asta întîmaya pêkhateyan ji bo dewletên mêvandar, rengvedana rasterast a
radeya demokrasî û vebûna siyasî û îtîrafkirina (nasîna) fermî ye. Ti
civakeke mirovî bi temamî yekdest nîne, belkî nasname her tim li derdora
têgehên cewherî dubare kom dibin. Ji bo mînak, misilmanên Ewropayê tevî
cudahiyên wan ên navxweyî, ji bo rûbirûbûna "Îslamofobî" û nîjadperestiyê
yek digirin. Ev mîkanîzmaya civakî ji bo neteweya Kurd jî rast e, bîreweriya
bikom, zilma dîrokî û pêgeha hindikahîbûnê wan yek dixe, her çiqas di hundir
de xwedî dabeşbûna pirreng bin.
Niha aloziya cewherî ev e: Gelo çareseriya dawî di avakirina dewlet-neteweya
serbixwe de ye, an di têkoşîna ji bo bidestxistina mafê welatîbûna wekhev û
sîstema federalî di çarçoveya dewletên niha de ye? Li Tirkiyeyê, çeqa
danûstandinan zêdetir li ser mafên çandî û wekheviya siyasî ye di çarçoveya
yekîtiya niştimanî de. Kurd wekî gelekî dabeşkirî bi ser çar dewletan de, tenê
li Iraqê xwedî qewareyeke otonom in, ev rastî jî vebijarkên navbera federalîzm,
serxwebûnxwazî, an wekheviya herêmî derdixe pêş, tam mîna ezmûnên Kanada, Spanya
û Belçîkayê.
Teoriyên pirçandiyê ku li Kanadayê serî hildan, encamên milmilaneya navbera
neteweya xwedî xak (wekî Quebec), neteweya serdest û rûniştvanên resen bûn ku
hatibûn piştguhxistin. Ev ezmûn diselmînin ku modela dewleta yekparçe ya klasîk
nikare bersivdera pirrengiya neteweyî be. Her cografyayek taybetmendiya xwe
heye, lê xala hevbeş lêgerîna li pey pêkhateyeke siyasî ye ku tê de nasnameyên
cuda ne tenê îtîraf bi wan bê kirin, belkî wekî beşeke veneqetiyayî di
welatîbûneke nû de ji nû ve bên pênasekirin. Ev ew çarçoveya felsefî û siyasî ye
ku dibe bingeha her pêkvejiyaneke aştiyane û jiyaneke siyasî ya dadperwerane ji
bo hemû gelan di cîhana serdemê de, ku dikare cilaw (kontrol)ê aloziyên navbera
netewe û dewletê bike û rêgirî li her cure çewsandinê bike ku encama pêdagiriya
li ser yekdestiyê ye.
● Bûna Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke siyasî, çawa bandorê li ser nasname û
tevgera kurdên derveyî sînor dike? Gelo ev qeware dibe sedema bihêzbûna torên
nanîştecîh û nasnameya neteweyî li parçeyên din de?
- Têza (Teza) yek ji xwendekarên min ên jêhatî tîşk xiste ser rola berçav a
kurdên Tirkiyeyê di pêşxistina Herêma Kurdistanê de, ku wekî mînakeke bilind
a hevgirtina transneteweyî û stratejiyeke giştgîr li ser bingeha nasnameya
neteweyî hate şîrovekirin. Di egera (îhtîmala) damezrandina dewleteke
federaliya kurdî ku her çar parçeyan li ber çav bigire, pêgeha revenda
(diasporaya) kurdî li derveyî welat dibe tewereke gelekî çarenûssaz. Nifşên
sêyem û çarem ên revendê, mîna ezmûna dîrokî ya Ermen, Yewnanî, Cihûyan û
heta Tirkan jî, dikarin bi rêya veguhastina sermaye û jêhatiyê ve, bibin
girêdaneke girîng a avedanî û pêşveçûnê. Ji aliyekî din ve, dewleta kurdî ji
bo berfirehkirina hegemonya û bandora xwe ya navneteweyî, siyaseta diaspora
bi şêweyeke sîstematîk peyrew dike. Li vir pirsa herî bingehîn ev e: Gelo
asta întîmaya siyasî ya vê revendê ji bo qewareya nû dê çawa be? Ev
peywendiyeke dînamîkî û gelekî aloz e, ji ber ku dewlet dixwaze revendê wekî
amûreke dîplomasiya çalak bikar bîne û revend jî berdewam di lêgerînê de ye
ji bo çespandina nasnameyeke siyasî ya yekgirtî. Ev hevkêşeya neteweyî ya
stratejîk ne tenê paşeroja dewletdariyê, belkî cewhera rasteqîn a nasnameya
kurdî di serdema globalbûnê (cîhanîbûnê) de bi şêweyeke gelekî kûr
diceribîne.
● Bi li berçavgirtina guhertinên demografî û siyasî, hûn çawa pênaseya nasnameya
neteweyî û asta entegrasyonê (tevlîbûnê) ya kurdên rûniştvanên Ewropayê dikin?
Herwiha ew mîkanîzma çine ku wan dike wekî 'hindikahiyeke bêdewlet' bi rêya sazî
û dezgehên navneteweyî û ser-niştimanî ve zextê li ser dewletên navçeyê, bi
taybetî Tirkiyeyê, ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û çandî dirust
bikin?
- Bi şêweyeke zanistî û ezmûnî, asta entegrasyona kurdên sirgûnê (diasporayê)
li gel civakên mêvandar ên wekî Fransa, Almanya û Holendayê, pêwîstî bi
lêkolînên nû û meydanî yên hûr heye, ta ku radeya tevlîbûna wan bê
diyarkirin. Tişta ku li cem me zelal e, kurdên bakur li welatên bakurê
Ewropayê, her tim tûja (beşa) koçberan a herî siyasî û rêxistinkirî bûne û
ev rewş heta niha jî berdewam e. Di niha de li welatê Almanyayê revedeke
gelekî mezin a Sûriyeyî û Iraqî nîştecî ne, lê hêj rêjeya hûr a pêkhateya
kurdî di nav wê pêla koçê de bi temamî ne zelal e. Derbarê koçberên
Tirkiyeyê, tê texmînkirin ku nêzîkî %30ê koçberan Kurd bin, her lewra di
niha de em têgeha "koça Tirkî" bikar naynin, belkî em dibêjin "koça ji
Tirkiyeyê" da ku em bikaribin wê pirrengî û dabeşbûna neteweyî li ber çav
bigirin, ji ber ku ti amarên (statîstîkên) fermî û hûr derbarê vê yekê de li
ber dest nînin.
Derbarê peywendiya wan bi navçeyê û asta hişyariya wan a siyasî ve, eger çi kom
û rêxistinên xwebexş hene, lê asta bandor û şiyana livandina wan pêwîstî bi
lêkolînên zêdetir heye. Tişta ku wekî diyardeyeke berçav tê dîtin, tekezkirina
bihêz a kesan e li ser nasnameya kurdî, heta ewên ku bi zimanê Tirkî jî
diaxivin, bi eşkereyî dibêjin "em Kurd in". Ev ne babeteke nû ye û vedigere ji
bo zêdetirî bîst sal berê. Lê pirsa entegrasyonê (tevlîbûnê) di nav civaka
ewropî de û rêjeya hevsengiya (zewaca) têkel, pirsên zanistî ne û pêwîstiya wan
bi lêkolînerê pispor heye ta ku encameke dirust a meydanî bidin me.
Nêrîneke teorîk a girîng heye: Kurd li Ewropayê wekî "hindikahiyek di nav
hindikahiyeke din de" danûstandin bi wan re tê kirin. Ji bo mînak, heger Îranî
li Almanyayê hindikahiyek bin, wê demê kurdên Îranê wekî hindikahiyeke nav
hindikahiyê tên pênasekirin. Ev pêgeh dibe ku mafê taybet ji wan re dabîn bike,
ku gelek caran ji aliyê saziyên ser-niştimanî ve wekî parastina mafê çandî û
mirovî ji bo "neteweyên bêdewlet" bi ser dewletan de tê sepandin.
Di serdema peymana "Maastricht" û damezrandina "Foruma Koçberan" bi piştgiriya
Parlamena Ewropayê, kurd çalaktirîn û bi isrartirîn koma bêdewlet bûn. Wan bi
bikaranîna saziyên wekî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê û Encûmena Ewropayê, zext
dixist ser Tirkiyeyê ji bo dabînkirina mafên xwe yên hindikahî û neteweyî.
Tirkiye ji ber danûstandinên xwe ji bo endambûna di Yekîtiya Ewropayê de, neçar
bû stûyê xwe xwar bike ji bo "Pîvanên Kopenhagê" û serweriya yasayê, ku pirsa
Kurd û Elewiyan jî di wê çarçoveyê de cih digirt. Li vir derdikeve ku tevgera
Kurd bi rêya normên navneteweyî ve, xwedî amûreke bihêz a zextê ye ji bo ser
dewletên wan li navçeyê de.
● Gelo ti nêrîneke we ya taybet heye ku hûn bixwazin xwînerên (xwendevanên) me
li Herêma Kurdistanê derbarê têgeha neteweyîbûnê, pirsa nasnameyê û hesta
întîmayê (girêdayîbûnê) jê têbigihîjin?
- Pêwîst e em bi wê yekê bihesin ku milmilaneya navbera nasyonalîzma xak û
welat û nasyonalîzma transneteweyî, ji polarîzasyona (cemsergiriya) derdora
pirsa hindikahiyan çavkanî digire. Nasyonalîzma transneteweyî, hindikahiyan
bihêz dike û platformeke hevbeş ji bo nasnamesaziyê dide wan. Eger çi di
teoriyên berbelav de netewe bi xakê ve hatiye girêdan, lê ez vê formê nû jî
bi netewe dizanim, ji ber ku heman hesta "întîmayê" li cem gelên belavbûyî û
derveyî çarçoveya cografî diafirîne.
Ev dînamîkiyet di saya globalbûn (cîhanîbûn) û qelsbûna desthilata dewletê, wate
û dariştineke cuda wergirtiye. Dewlet bi rêya "siyaseta diasporayê" ve ji bo
berfirehkirina hegemonyaya xwe, ketine pêşbaziyê (kêbirkê) li gel van civakan
de. Di vê serdemê de sînor şêlû û tijî qelş in, mirov di navbera torên cuda de
dilivin û nasnameyên xwe vediguhêzin.
Ev rastî, yekparçeyî û serweriya dewlet-neteweyê dixe ber teheddayê û pîvaneke
nû ji bo danûstandina li ser mafan zêde dike. Her ev yek jî kiriye ku, pirsa
hindikahiyan bibe çeqa cemsergiriya siyasî û serhildana rastgiriya tundrew li
welatên rojavayî de, ku sedema wê ji bo "derketina nasnameyê ji qalibê xakê" û
sînorên cografî vedigere.
