• Sunday, 15 February 2026
logo

Siyasetmedarekî Iraqî: Kurd û sunnî hatine piştguhxistin

Gulan Media December 7, 2018 Nûçe
Siyasetmedarekî Iraqî: Kurd û sunnî hatine piştguhxistin
Siyasetmedarekî sunnî yê Iraqê dibêje, hikûmeta Iraqê sunnî û kurd piştguh xistiye.

Siyasetmedarê sunnî yê Iraqî û parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nucêfî li ser rûpela xwe ya twîtterê gotiye, ji sala 2003 ve û ji dema ku rêjîma nû ya Iraqê hatiye avakirin ve heta niha Bexdayê sunniyên Iraqê piştguh xist paşê jî kurd hatin piştguhxistin.

Esîl Nucêfî her wiha gotiye, niha ne tenê kurd û sunnî hatine piştguhxistin, belkî siyasetmedar û opozîsyona şîe jî ji aliyê hikûmetê ve hatine piştguhxistin.

Wî siyasetmedarê Iraqî hişyarî daye û gotiye, eger ev rewş bidome dê rêveberê wê siyasetê were fetisandin!

Basnews

Top