Wezîrê Petrola Îranê: Di OPECê de behsa kêmkirina petrola Îranê nayê kirin
Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê, Seid Keibî did axuyaniyekê de ji Rûdawê re behsa vekişîna welatê xwe ji endamîtiya OPECê kir û ragihand, Qeter rêjeyeke kêm a petrolê berhem tîne, lewma ew dets ji endamîtiya OPECê berdidin. Keibî herwiha got, ji vir û şûnde Qeter fokusê dixe ser gaza xwezayî.
Herwiha Wezîrê petrolê yê Îranê, Bîjen Namdar Zengene jî ji Rûdawê re got, Îran rêjeya berhemanîn û hinardeya petrola xw ekêm nake û di civîna OPECê de jî behsa vê mijarê nayê kirin.
Bêjen Zengene got: “Ti gotûbêjek di derbarê kêmkirina berhemanîna petrola Îranê de nîne û ti tiştek jî di vê derbarê de nabêjim, lê dikarin vê yekê bêjim ku Îran bi ti şêweyekê amade nîne û tiştekî dadperwerane jî nîne ku Îran asta hinardekirina petrola xwe kêm bike, di demekê de ku em dibînin dorpêçeke gelek mezin li ser sektora petrola Îranê heye.”
Ji aliyekê din ve Wezîrê Petolê yê Nîceriyayê, Emmanuel Kaçîko ji Rûdawê re diyar kir: “Em hêvîdarin ku em bigihin rêkevtinê, daku hevsengiyê vegerînin bazara enerjiyê. Herwiha Rûsya jî li me beşdar e û em gotûbêjê di vê bareyê de dikin, ku Rûsya dê asta berhemanîna petrola xwe kêm bike.”
Wezîrê Petrolê yê Nîceriyayê herwiha got: “Em hêvî dikin ku bigihin rêkevtinê.”
Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Samir Xezban jî di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de ragihand, sedema kêmiya qebareya petrola hinardekirî ji kêlgeyên neftî yên Kerkûkê, ji ber wan zirarên mezin e ku ji ber şerê DAIŞê gihîştine wan kêlgehên neftê.
Samir Xezban herwiha da xuyakirin: “Rêjeyeke kêm tê hinardekirin, gelek nîne, çimku me li Kerkûkê şiyana hinardekirina rêjeyeke zêdetir nîne, ew jî ji ber bûyerên terorîstî ye, ku bandor hebûye li ser çend kêlgehan. Herwiha di qonaxa piştî DAIŞê de birêvebirineke xirab li hin kêlgehan hatiye kirin. Niha me ev babet di ber çavan re derbas kiriye, me şiyan heye û me xistiye tevgerê jibo ku em vegerînin nav bazara deryaya sipî, ku ew jî bazareke giring e û sotemeniyê bi taybet ji başûrê Ewropayê re dabîn dike. Bêguman di pêşerojê de çavê me li ser kêlgehên neftî yên Kerkûk û Neynewayê dibe, niha kompaniyeke biyanî li wan du kêlgehan dixebite. BP xizmeta teknîkî heye, ez behsa kêlgehên Geyare, Neceme û Sonen Gol dikim, wan herdu kêlgehan şiyana wê yekê hene ku zêdetirî 2 hezar bermîlên petrolê berhem bînin, herwiha çend kêlgehên din hene li nêzîkî wan cihan, bi hewleke niştimanî em hizir li pêşxistina wan dikin. Ew navçe navçeyeke neftî ye û dibe ku di pêşerojê de em bêhtir li ser bixebitin.”
Rudaw
