• Sunday, 15 February 2026
logo

Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin

Gulan Media December 5, 2018 Nûçe
Şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl rizgar kirin
beriya hefteyekê 150 kesên din azad kiribûn
Di nava şerên dijwar şervanên QSD`ê hezar û 200 sivîl li eniya Hecînê rizgar kirin.

Li gor nûçeyeke anhayê li eniya Hecînê ya Dêrazorê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DIŞI`ê de şerê dijwar didome. Şervan li herêmê bi pêşde diçin.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re diyar kir ku ji şevê din û heta saetên sibê şer bi dijwarî dewam dike. Şervanên QSD`ê gelek sivîl ji çeteyên DIŞIê rizgar kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku şervanên QSD`ê ji şevê din û heta saetên vê sibê hezar û 200 sivîl ji çeteyên DIŞIê rizgar kirin. sivîlên ku hatin rizgarkirin di nava wan de zarok û jin hebûn.

Li gorî çavkaniyê leşkerî ku sivîlên hatine rizgarkirin ji aliyê hêzên Ewlehiya Hundirîn ve ber bi herêmên bi ewle ve hatin birin.

Top