Afganîstan: Di operasyonekê de 100 çekdarên Talîbanê hatin kuştin!
Malpera komarî ya Afganîstanê vê derbarê de nûçeya xwe siparte daxuyaniya wezareta berevaniya Afganîstanê û ragehand, di wê operasyonê de 100 çekdarên Talîbanê li herêma Xeznî hatine kuştin û 49 kes ji wan çekdaran jî xelkê Pakistanê bûne.
Daxuyaniya wezareta berevaniya Afganîstanê de hat gotin: ‘’Ew terorîstane di encama êrîş û operasyona esmanî û zemînî ya artêşa welat a li bajarên ‘’Gîlan, Nawe, Xugiyanî û Caxurî’’ yên li herêma Xeznî de hatine kuştin.
Basnews
