• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Colemêrgê qedexeya 15 rojî li 30 deveran hat ragihandin

Gulan Media December 5, 2018 Nûçe
Li Colemêrgê qedexeya 15 rojî li 30 deveran hat ragihandin
Li Colemêrga Bakurê Kurdistanê li 30 deveran weke navçeyên taybet yên ewlehiyê hatin destnîşankirin û qedexeya hatinûçûnê li wan deveran hat ragihandin.



Li gorî daxuyaniyeke parêzgariya Colemêrgê, bi merema encamdana operasyonên serbazî li dijî gerîlayên PKKê, ji bo dema 15 rojan li 30 deverên ser bi Colemêrgê ve, qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.



Cihên qedexekirî bajarên Colemêrgê û çend deverên ser bi qezayên Çelê, Şemzînan û Geverê li xwe digire.



Parêzgariya Colenêrgê ew dever weke “deverên ewlehiya taybet” bi nav kirine û diyar kiriye, ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dê di dema qedexeyê de operasyonan li dijî PKKê lidar bixin.



Herwiha parêzgariya Colemêrgê daye xuyakirin, ku ew biryar ji 4ê vê mehê ve destpê kiriye û heta 19ê mehê berdewam dibe.

Rudaw
Top