Serokwezîrê Kurdistanê digel wezîrê derve yê Lubnanê li Hewlêrê dicive
Di civînekê de ku hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî ya Îraqê, pirosesa siyasiya piştî hilbijartinan, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkeliyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Lubnanê re hatin gotûbêj kirin.
Cubran Basil wezîrê derve yê Lubnanê sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û piştgiriya kar û çalakiyên revenda lubnanî li Herêma Kurdistanê dike û got ku Lubnan dixwaze têkelyên xwe di hemû waran de, bi taybetî di warên bazirganî, tûrîzim, kultûr û sermayerazandinê de berfirehtir bke.
Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê û hêsankariyan ji bo kompanî û şirketên lubnanî dike ku sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê di warên cud ada birazînin. Serokwezîr destxweşî li revenda lubnanî ya li Herêma Kurdistanê kir ku di warê bazirganî, kultûrî û tûrîzmê de çalak in û hêvî xwest ku têkeliyên her du aliyan di hemû waran de zêdetir pêşde biçin.
