• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Qamişlo teqîn.. Endamekî Hêzên Cewherî birîndar bû

Gulan Media December 4, 2018 Nûçe
Li Qamişlo teqîn.. Endamekî Hêzên Cewherî birîndar bû
Li bajarê Qamişlo bombeyek bi otombîleke Hêzên Cewherî de teqiya û endamekî wê hêzê bi giranî birîndar bû.

Peyamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, îro demijmêr 8 sibehê li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo bombeyek bi otombîleke Hêzên Cewherî de teqiya.

Li gor şahidhalan ji peyamnêra K24ê re dane zanîn, kesekî tenê di otombîla Hêzên Cewherî de bû û ew bi giranî birîndar bûbû.

Li gor zanyariyên peyamnêra me, ew endamê Hêza Cewherî ji bo nexweşxaneya "Şehîd xebat" hate veguhestin û rewşa wî ne cîgir e.

Top