• Sunday, 15 February 2026
logo

Bo yekemcar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bi otobûsê serdana Başûr dikin!

Gulan Media December 4, 2018 Nûçe
Bo yekemcar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bi otobûsê serdana Başûr dikin!
Yekem care hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bi otobûsê serdana Başûrê Kurdistanê dikin.

Sala 2012ê de bi fermana serok Barzanî ve pirek li ser ava çemê Xabûrê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate ava kirin, ku bibe asankarî ji hatûçûna hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ya ji bo başûr û gehandina alîkariyên mirovî ji Rojavayê Kurdistanê re.

Duh 03.12.2018ê yekem otobûsa veguhestinê ya hemwelatiyên rojavayê Kurdistanê geheşt nav axa herêma Kurdistanê. Lê heta naha xelk bi qayîxên biçûk ji çem derbas dibûn.

Ew pir berê ji bo veguhestina tiştên bazirganî li herêma Kurdistanê ve bo Rojava dihate bikaranîn û li gor zanyariyên bidest ketin, Amerîkî jî bi wê rêyê ve çek bo Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD)ê rêdikirin.

Basnews
Top