YNK: Helwesta me ya yekparçetiya Iraqê hat jibîrkirin
Serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî duhî navê wan kesên ji bona 8 wezaretên vala yên hikûmeta Iraqê dibin kandîd, eşkere kir. Di nav kandîdan de ti endamekî YNKê nîne.
Li ser vê mijarê, firaksyona YNKê li parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, hinek naxwazin YNK beşdarî hikûmeta nû bibe ji ber wê jî dixwazin wê partiyê piştguh bixin.
Firaksyona YNKê diyarkir ku piştguhxistina YNKê tê wateya înkarkirina rol û helwesta YNKê ya 40 salên borî di parastina demokrasî û yekparçetiya Iraqê de.
Waar.tv
