Hizba Komînîsta Kurdistanê: Wê Mesrûr Barzanî dijî gendeliyê be
Hindirîn Ehmed derbarê kandîdbûna Mesrûr Barzanî bo serokwezîriya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê ra aşkere kir ku herçend wan aniha biryara opozîsyonê bûne daye lê nizanin bê di axiriyê de çi biryarê bidin. Herwisa kandîdbûna Mesrûr Barzanî wê tesîrê li bingeha dewletbûna Kurdistanê bike û wê Mesrûr Barzanî li dijî gendeliyê jî biweste.
Di dawiya axaftina xwe jî da Hindirîn Ehmed da zanîn ku ew serkeftinê ji Mesrûr Barzanî ra dixwazin û herçend wan niha biryara mayîna opozîsyonê dabe jî ew ê li bernamaya Mesrûr Barzanî binerin û ligora wê hereket bikin. Lewre ew pêşbînî dikin ku di bin serpereştiya Mesrûr Barzanî da gelek guherîn pêk werin.
Basnews
