Mislim: Divê siyasetên li Efrînê dibin ji cîhanê re bên nasandin
Mislim amaje bi wê yekê, kesayetiyên navdewletî yên di korbendê de beşdar in, di welatên xwe de ne xwedî biryar in, lê bi awayekî dikarin bandorê li raya giştî ya welatên xwe bikin.
Li ser proseya guhartina demografî ya di serdema Rêveberiya Xweser de li Efrînê dihate kirin de, Mislim got: “Ji destpêka krîza Sûriyê de Efrîn cihekî ewle bû, ew Erebên di wê demê de li Efrînê bicih bûne, bi dostanî dijîn. Herwiha ne tenê Ereb dihatin, lê Kurdên bajarên din jî dihatin, em nikarin bibêjin ew guhartina demografî bû, lê ew ji bo parasrina jiyanê bû.”
Herwiha got: “Tirkiye niha kesên Çeçenî, Tirkmen û ji kesên Kazixistan û Tacîkistanê anîne li Efrînê bicih dike, ligel wê jî kesên ji Xûtayê bicih kirine. Herwiha nêzîkî 140 hezar Efrînî li kampên li nêzîkî Efrînê dimînin, Tirkiye rê nade wan ew vegerin ser mal û milkên xwe. Ev guhartina demografî ye, ji ber ku ew ne gelên herêmê ne û bi darê zorê tê kirin.”
Derbarê daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên Amerîka, ku pêwendiya wan bi Kurdan re li Rojavayê Kurdisatanê tektîkî û demkî ye. Salih Mislim got: “Heger îro hvkariyeke me û hêzên navdewletî hene, ji ber ku berjewendiyên me gihîştine hev, lê ji bo me gelê me piştevaniya me ye. Herwiha DAIŞ zû bi zû bidawî nabe, Hevpeymaniya Navdewletî jî zû bi zû dest ji Kurdan bernadin.”
Li ser diyaloga niştimanî li Rojavayê Kurdistanê, Mislim got: “Me berê jî kiriye û em amade ne her demê bikin. Bila ENKSê rêzê li yasa û zagonên Rêveberiya Xweser bigire û were, me ti zehmetî û astengî daneyine li pêş ti kesî. Niha 23 partî li Rojava kar dikin hene, bila ENKS jî yek ji wan be.”
K24
