Hêzên Hevpeymanan û Pêşmerge li dijî grûpeke çekdar operasyon kirin
Qayimmeqamê Qezaya Kirfî ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, Celal Nûrî ji Rûdawê re ragihand, “îro Duşembiyê (03-12-2018) hêzên Hevpeymanan bi firokeyên şer çend navçe li derdora bajarokê Newcûl û Qorî Çayê, ku dikevne sînorê herdu qezayên Kirfî û Xurmatûyê, bombebaran kirin.”
Celal Nûrî diyar kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ew cih bombebaran kirin, ku binke û stargehên çekdarên grûpa Ala Sipî li wan deran hene.
Qayimmeqamê Kifriyê tekez jî kir, “operasyona Hevpeymanan bi hevbeşî li gel Hêza Pêşmerge tê kiri û hêzeke Pêşmerge ku ser bi Hêza 70ê ya Pêşmerge ve ye, di operasyonê de beşdar e.”
Piştî ku ji ber bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, hêzên pêşmerge li sînorê qezaya Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê neman, liv û tevgera terorîstên DIŞIê û paşmayiyên wan li wan sînoran zêde bûye.
Qayimmeqamê Kifriyê herwiha destnîşan kir: “Ew çekdarên ku nav li xwe kirine, çekdarên Ala Sipî, paşmayiyên terorîstên DIŞIê be û li wan sînoran mane.
