• Sunday, 15 February 2026
logo

Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê: Em dê bizavên çarekirina kêşeyên awareyan bikin

Gulan Media December 2, 2018 Nûçe
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê: Em dê bizavên çarekirina kêşeyên awareyan bikin
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê serdana bajarê Duhokê kir û li gel parêzgerê Duhokê civiya.

Li gor daxuyaniya ofîsa ragehandina cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, Hedad bi serokatiya şandeyek parlamentoya Iraqê ve serdana Duhokê kiriye.

Di serdana xwe de Beşîr Hedad ku hejmarek parlamenterên parêzgeha Hewlêr, Duhok û Nînowa jî di şandeya li gel de bûn, derbarê jiyana hemwelatiyên Duhok û rewşa koçberên Iraqê ya li wî bajarî de vedikole.

Daxuyaniyê de hat gotin parêzgerê Duhokê Ferhad Etruşî pêşwazî li cîgirê serokê parlamentoya Iraqê û şandeya li gel kir.

Waar,tv
Top