• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Zaxo otombîl û mal di bin avê de man

Gulan Media December 1, 2018 Nûçe
Li Zaxo otombîl û mal di bin avê de man
Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, ji ber barana xurt li qezaya Zaxoyê lehî rabû û hejmarek ji otombîl û xaniyan di bin avê de man.

Welatiyek Zaxo ji K24ê re got, av çû nava mala wî û hemû kelûpelên mal di bin avê de man û ti kes bi hawara wî ve nehatiye.

Peyamnêrê me da zanî jî, li gor agahiyên keşnasiyê di 24 demjimêrên bûrî de 62 m.m baran li Zaxoyê bariyê û koma baranbarînê îsal ta niha gihîştiye 244 m.m.

Çend roj in baran li Herêma Kurdistanê dibare, li gor Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ragihandiye, li Herêma Kurdistanê di 48 demjimêrên bê de baran dibare.

K24
Top