George Bushê bav koça dawî kir
Ew bavê Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush e ku di navbera salên 2001 – 2009an de Serokê Amerîkayê bû.
Bushê bav serokatiya Amerîkayê di qonaxa dawî ya şerê sar de kir, piştre jî di sala 1991ê de hevpeymaniyeke navdewletî ji 32 welatan ji bo şerê kendavê yê yekem, derxistina artêşa Iraqê ji Kuweytê, pêk anî.
Agahiya koça dawîya Bushê bav, ji aliyê Bushê kur ve hat belavkirin, ku bi navê xwe û malbata Bush ew agahî ji cîhanê re ragihand.
Berî niha 17ê Nîsana îsal hevjîna Bushê bav, Barbara Bush di 93 saliya xwe de koça dawî kir.
Rudaw
