• Sunday, 15 February 2026
logo

Pentagonê hişyarî da Tirkiyê

Gulan Media December 1, 2018 Nûçe
Pentagonê hişyarî da Tirkiyê
Amerîka qebûl nake Tirkiye s400an bikire
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) piştî ku doh rapora Pentagonê ya ser Tirkiyê pêşkeşî kongreya Amerîkayê hatibû kirin, li ser medyayê jî belav bibû daxuyanî da.

Berdevkê Pentagonê Eric Pahon ji peyamnêrê VOAyê re ragihand, “Em ji aliyekî ve alîkariya Tirkiyê dikin ku ji bo pêdiviyên xwe yên parastinê çareseriyên baş peyde bikin, lê di heman demê de jî em li ser bandora berfireh a kirîna S-400ên Rûsyayê (Sîstemên Parastina Hewayî) hişyariyê didin wan.”

Pahon diyar kir ku dê ji ber kirîna S-400an bandoreke nehînî ya bidawîkirina beşdariya Tirkiyê di bernameya balafirên nifşa nû F-35an de çêbibe, lê ev pirsgirêk dê ne mayîn be.

Top