Bernamzeda Şaredariya Agirî: Ez dixwazim kûrê min, bi zimanê xwe perwerdeyiyê bibîne
Semra Polat liser rola jin di siyaset û birêvebiriyê de, bi taybetî di şaredariyê de got ku, Jin dayik e, jin xwişk e, jin jiyan e û dikare ligel civatê hesanîtir tevbigere û bibe dengê hest, hêvî û daxwazên gel. Liser sepandina Qeyyûman bi xwe jî ne bi dilê wê ye, lê sepandina Qeyyûman jiber siyaseta hendekan a PKK û HDP li bajarên Kurdan destnîşan kir. Got ku, yên ku hendek kolan, bûn sedema wêrankirina bajarên Kurdan, gencên Kurdan kirin qurbanî, nahêlin gencên Kurdan bixwînin û wan dibin çiya – siyaseta HPP û PKK bû. Jiber vê yekê jî li şaredariyan Qeyyûm hatin sepandin.
Bernamzeda Şaredariya Agirî diyarkir ku, di dema Pêvajoya Çareseriyê de hêvî hebû û ger heta niha domdar bûya, niha gelek tiştên erênî rû didan. AK Partî ji bo çareseriya pirsa Kurd gavên gelek hêja avêtin. Qedexeya liser zimanê Kurdî, nasnamaya Kurdî rakir. Li 8 zanîngehên Tirkiye zimanê Kurdî tê xwendin û TRT Kurdî jî weşanê dike. Biser vê de jî, bawer e dê gavên zêdetir jî bên avêtin…
