• Sunday, 15 February 2026
logo

Tevgera Azadî: YNKê li ser daxwaza Tirkiyê baregehên me digire

Gulan Media December 1, 2018 Nûçe
Tevgera Azadî: YNKê li ser daxwaza Tirkiyê baregehên me digire
Tevgera Azadî eşkere dike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) baregehên wan li ser daxwaza Tirkiyê girtiye.

Tevgera Azadî di derbarê girtina baregehên xwe de daxuyaniyek belav kir û bersiva Serkonsolê Hewlêrê yê Tirkiyeyê da. Tevgera Azadî dibêje, mafê konsolî nîn e wan wekî terorîst binav bike û destêwerdana karên navxwe ya Iraqê bike.

Herwiha Tevgera Azadî dibêje, “Daxuyaniyên konsolê Tirkiyeyê eşkere dike, YNK fermana girtina baregehên Tevgera Azadî ji Tirkiyê wergirtiye. YNK biryarek neyasayî û nehikûqî daye û ew bi ti awayî bêdeng namînin û dê hemû rê û rêbazên yasayî bikar bînin.”

Di çend rojên bûrî baregehên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve li Koya û Kalar hatibûn girtin û moleta 24 demjimêran jî ji bo girtina baregeha wan li Silêmaniyê hatibû dayîn.

Li ser vê yekê jî Serkonsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay gotibû: “YNK li dijî Tevgera Azadî biryareke rast daye. Divê hinceta biryara YNK terorîstbûna Tevgera Azadî û PKK be. Divê Yekîtî terorîstbûna van rêxistinan ji biryara xwe dûr negire. Heger pirsa terorê çareser bibe dê pêwedniyên me yên dualî jî baş bibin.”

K24
Top