Nivîskarek pêşbîniya egera şerê YNKê û PKKê dike!
Ceza Çingiyanî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek bi serenava ‘’Di nexşeya siyasî ya Kurdistanê de PKK li kûderê ye?’’ belav kir û amaje bi wê yekê kir ku, 16ê cotmehê nîşan dide ku li Silêmaniyê ‘’Ê ku parê wî hebe’’ dikare wicdan û moral bikire.
Herwaha dibêje ku ‘’Rêveberên YNKê amade ne ku kopyaya kilîla odeya xwe ya razanê jî bifroşin Îranê’’ û ji ber wê jî sê kesan ji Londonê ve ‘’kontrola Silêmaniyê û YNKê kir.’’
Li gor Ceza Çingiyanî stratejiya Îranê û Tirkiyê waha ye:
Stratejiya Îranê; Şikandina projeya dewlet û referandûmê bi rêya YNKê ve bicîh anîn.
Stratejiya Tirkiyê; Şikandina PKKê û dûrxistina wê ji sînorên bakûrê Kurdistanê, ku bi rêya YNKê ve wî karî dike. Plan jî dê wisa bê bicîh anîn ku ‘’Tirkiye dê êrîş bike ser Qendîlê û YNK jî dê hemû rengên ser bi PKKê ne li Silêmaniyê nehêle û paqij bike.
Herwaha dibêje PDKê di babeta referandûm û dewletê de xwedî helwêstekî jîr bû. ji ber li gor nexşeya Îranê, ji ber firotina Kerkûkê di navbera PDKê û YNKê de şerekî demdirêj dê ava bike, lê PDK aram tevgerya û projeya Îranê ya derxistina şerê navxwe vala derxist û şikest.’’
Ceza Çingiyanî got, Tirkiye û Îran li ser parastina aramiya sînoran rêkeftin. Ji ber Tirkiye dê êrîş bike ser Qendîlê. ‘’YNK jî dê êrîş bike ser rêxistinên nêzîk PKKê. Dibe ku şerekî bi xwîn di navbera PKKê û Tirkiyê de li Qendîlê û dibe şerekî bi xwîn di navbera YNKê û rêxistinên nêzîk PKKê jî li devera Silêmaniyê pêkbê.’’
Navborî got: ‘’Eger PKK li Qendîl û Silêmaniyê bişkê, naçar dibe bo Hemedan a Îranê koçber bibe.’’ Û dibêje: ‘’Ocalan li deşta Beqa ya Lûbnanê bû, min jê re got, natirsî heman senaryoya sala 1975ê di navbera Îran û Sedam Husên di jiyana te de dubare bibe? Sûriye û Tirkiye rêkbikevin û tu nikarî ji Lûbnanê azad bî? Nêrînên min jî sedî 100 rast derketin.’’
Ceza Çingiyanî pirskir û got; ‘’Gelo PKK dê dest ji hizir û stratejiya ekspayer ango dema wê derbasbûyî berde yan na? Û wek rêxistinek Kurdistanî alîkarî bi proseya niştimanî ya li başûrê Kurdistanê bike yan na? Bersiva vê pirsê gelek giran e.’’
Basnews
