• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Şandera Serokwezîra Brîtanyayê civiyan

Gulan Media November 29, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Şandera Serokwezîra Brîtanyayê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şandera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê bo Karûbarên Bazirganiya Derve Emma Nicholson û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê Martin Warr kir.

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê, Şandera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê xweşhaliya xwe bi nêzîkbûna di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derbirî û amadehiya welatê xwe jî nîşan da ji bo zêdetir girîngîpêdana bi karta weberhênan û aboriyê li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî pesnê hevkariyên hikûmeta Brîtanyayê yên di warên mirovî û leşkerî de kir û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê jî bi girîng binav kir.

Top