Barzanî û Serokwezîrê Iraqê li ser liv û tevgerên DAIŞê hişyarî didin
Di nav du rojên derbasbûyî de Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê li ser zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê hişyarî dan. Serok Barzanî diyar kir ku hebûna gefa DAIŞê bi wê yekê ve girêdayî ye, ku hêj sedemên derketina DAIŞê nehatine çareserkirin.
Serok Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel rojnamevanan de eşkere kir, ku DAIŞ li hinek deverên Iraqê ji berê xurttir vegeriyaye û çalakiyan jî encam dide û awayê şerkirinê jî guhertiye.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir, ku DAIŞ bi awayekî eşkere li Neynewa, Selahedîn, Diyale û gelek cihên din bi hêz vegeriyaye, heta sedemên derketina DAIŞê çareser nebin, dawî li DAIŞê nayê.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî dibêje ku mijara DAIŞê û çalakbûna wê li Iraqê gelekî hatiye mezinkirin û fermandeyên serbazî ew piştrast kirine ku Iraq ne di metirsiyê de ye û ew hemû hewlekê didin ku bi temamî wê rêxistinê jinav bibin.
Adil Ebdulmehdî dibêje: “Me lêkolîn ji bo rewşa ewlehiyê kiriye, gelek axiftin li ser rewşa ewlehiyê hatine kirin, bi taybetî li navçeyên rojava û Neynewa, têbîniya wê yekê hatiye kirin ku tevgerên DAOŞê zêde bûne. Belê, hinek çalakiyên DAIŞê hene, lê ew mijar hatiye mezinkirin. Sererkan û fermandeyên serbazî û Heşdê serdaneke berfireh ji bo wan deveran encam dane. Serdana navçeyên rojava û sînorê Neynewa û navçeyên din kiriye, lêkolîn û pişkinîneke temam ji bo rewşa ewlehiyê hatiye kirin.”
Her çiqas li ji aliyê erdnîgariyê ve Iraqê di destê DAIŞê de ti dever nemabe jî, metirsiyên wê rêxistinê hêj berdewam in.
Rudaw
