• Sunday, 15 February 2026
logo

Wehîde Yaqo: Li xalên kontrolê yên Heşdî Şeibî daxwaza guhertina olî li jinên Mesîhî tên kirin!

Gulan Media November 28, 2018 Nûçe
Wehîde Yaqo: Li xalên kontrolê yên Heşdî Şeibî daxwaza guhertina olî li jinên Mesîhî tên kirin!
Endama dema borî ya parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yaqo Hurmiz diyar kir: ‘’Jinên Mesîhî dema ji parêzgeha Duhokê ve ber bi Mûsil û deşta Nînowa ve diçin li xalên kontrolê yên Heşdî Şeibî rastî sivikayiyê tên.’’

Wehîde Yaqo Hurmiz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ser û sîma û cil û bergên jinên mesîhî diyar in û dema hatin û çûnê dikin bo navbera parêzgehên herêma Kurdistanê û parêzgeha Mûsil û deşta Nînowayê rastî sivikayiya xalên kontrola Heşdî Şeibî tên. Daxwaza nasnameyê ji wan tê kirin û reftarên kirêt li hember jinên mesîhî tên kirin. Li gor ew jinên mesîhî dibêjin rastî gelek zihmetiyê tên. Heta dikare bê gotin ku li xalên kontrolê sivikayiyek mezin li jinên mesîhî tê kirin û daxwaza guhertina olî li wan tê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Em dixwazin ew xalên kontrolê yên Heşdî Şeibî li deverê nemînin û Pêşmergeyên Kurdistanê vegere hemû deverên mesîhiyan ên li deşta Nînowa. Ji ber naha Telesquf bin kontrola Pêşmerge de ye û jinên mesîhî ji vê pir keyfxweş in. Em dikarin bibêjin Telesquf bûye bajarekî mezin bo hemû mesîhiyan. Ji ber hebûna ewlehiyê mesîhî hemû qesda Telesqufê dikin.’’


Basnews
Top