Serokwezîr digel Balyozê Amerîkayê dicive
Her du aliyan pêşhatên emnî û siaysî yên deverê, rewşa Îraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê û beşdarî û piştgiriya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Adil Abdulmehdî di civînekê de behis kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re got ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û ji bona aramiya Îraq û başbûna rewşa aborî li Îraq û Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê piştevaniya serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî dike.
Danûstandinên aliyên siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên girêdayî rewşa Îraq û herêmî, çend mijarên din yên civînê bûn.
