• Monday, 23 February 2026
logo

Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî li Balafirgeha Qamişlo bi cih kir

Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî li Balafirgeha Qamişlo bi cih kir

 Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, hêzên Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî ya cûreya Pantsir-S1 li Balafirgeha Qamişlo bi cih kir.

Li gor ragihandina Rewangeha Sûrî, ev çend roj in bi awayekî berdewam helîkopterên artêşa Rûsyayê li esmanê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê difirin.

Ev pêngava Rûsyayê di demekê de ye ku çend roj in Tirkiye bi awayekî berdewam gefa destpêkirina operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Top