• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swêsra li Iraq û Urdinê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swêsra li Iraq û Urdinê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Gulana 2022an pêşwazî li Balyozê Swêsra li Iraq û Urdinê Lucas Gasser dike, bi boneya bidawîbûna erkê wî serdan kiribû.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Swêrsrayê hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Swêsayê kir ji bo hewl û karên wî ji bo pêşvebirina pêwendiyên welatê wî ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwast di erkê wî yê dahatî de.

 

K24

Top