• Monday, 23 February 2026
logo

HPGê amarên şer ên 10ê Gulanê belav kir

HPGê amarên şer ên 10ê Gulanê belav kir

Navenda Çepemenî û Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG)  ku baskê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ragihand ku di encama çalakiya gerîlayên wan ên 10ê Gulanê de bi giştî 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin 2 leşker birîndarbûne û tanekeke Artêşa Tirkiyê hatiye têkbirin.

Navenda Çepemenî û Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG)  ku baskê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye bi daxuyaniyekê  ragihand ku demjimêr 16.00ê 10ê Gulana 2022ê gerîlayên wan bi rêya çekên giran çalakiyek dijî binkeyeke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ya li navçeya Bamernê ya Herêma Kurdistanê pêkanîne û di wê çalakiya de tankeke Artêşa Tirkiyê hatiye têkbirin û 3 leşker jî hatine kuştin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de HPG da zanîn ku di demjimêr 14.55ê xulekên heman rojê de  gerîlayan wan bi çekên giran   binkeyeke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ya li devera Kanî Masê ya girêdayî  navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê jî kirine armanc.

HPGê herwiha ragihandiye ku hêzên wan li deverên Avaşîn û Zapê jî di roja 10ê Gulana 2022ê çalakiyek din jî encam dane û di wê çalakiyê de jî 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê di encama çalakiyên roja 10ê Gulanê  de bi giştî 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

HPGê roja 9ê Gulana 2022ê nasnameya 4 gerîlayan belav kir ku di dawiya meha Nîsanê û destpêka Gulana îsal de di encama şerê ligel Artêşa Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din di 7ê Gulana 2022ê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihandibû ku 6 gerîlayên PKKê di bordûmana firokeyên bê firokevan de li deverên operasyona Pence-Kilîd jiyana xwe ji dest dane.

Roja 29ê Gulana 2022ê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, qonaxa yekem a operasyona wan a Pence Kilîd bi serkeftî derbas bûye.

Navenda Çapemenî û Raginadina HPGê jî dibêje, bi berxwedana gerîlayên wan rê bo Artêşa Tirkiyê nehatiye dayîn ku pêşbikevin û derbên giran li Artêşa Tirkiyê hatine dayîn.

Sibeha 18ê Nîsana 2022ê Artêşa Tirkiyê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Herêma Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir. Wezareta Tirkiyê canjidestdana 73 gerîlayan û kuştina 10 leşkerên xwe ragihandiye. Li beramber da HPGê kuştina 314 leşkeran û canjidestdana 19 gerîlayan û qûtbûna peywendiyê ligel 2 tîmên gerîlayan xwe ragihandiye.

 

Rudaw

Top