• Monday, 23 February 2026
logo

Îran sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike

Îran sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike

 Îranê îro dest bi topbarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li sînorî parêzgeha Hewlêrê kiriye

Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê ji sibeha îro Çarşembê 11ê Gulana 2022an ve bilindahiyên Berbizîn li sînorê nahyeya Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dikin.

Muxtarê gundê Berbizînê, Mihemed Mecîd ji Rûdawê re ragihand, “Ji demjimêr 08:02 îro ve Îranê dest bi topbarankirina bilindahiyên Berbizînê kir û heta niha topbarana deverê didome û dem bi dem guleyên topê li çiya û bilindahiyên deverê dikevin.

Rêveberê Nahyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, “Topbaran ji cihên avedan dûr e û li gor zanyariyên destpêkê heta niha nebûye sedema ti zirarên canî û maddî.”

Çavkaniyekî ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Supaya Pasdaran a Îranê topxaneya xwe li bilindahiyên Dolmeydan bi cih kiriye û ji wir ve bi topên dûrhavêj devera Biradost topbaran dike.

Supaya Pasdaran a Îranê duh Sêşembê 10ê Gulanê ragihandibû, hêzên wan li bajarê Bane yê parêzgeha Sine grûpeke 5 kesî ya çekdar desteser kirine, lê belê aşkere nekiriye ew kes ser bi çi aliyekî ve ne.

 

Rudaw

Top