• Tuesday, 24 February 2026
logo

Soylu: Kiliçdaroglu dixwaze em ji Efrînê derkevin

Soylu: Kiliçdaroglu dixwaze em ji Efrînê derkevin

 Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, eger ew koçberên Sûrî vegerînin welatê wan destpêkê karsazên Tirkiyê dê li dijî vê yekê derbikevin. Soylu derbarê helwesta Serokê CHPê ya li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li Sûriyê û koçberan de jî dibêje: “Eger hûn bixwazin em ji Efrînê derbikevin. Kiliçdaroglu dixwaze em ji wir derbikevin.”

Mijara koçberên Sûrî yên di nav Tirkiyê de ku hejmara wan derdora 3 milyon 800 hezar e rojane di nav siyaseta wî welatî de dibe sedama nîqaşan. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 5ê Gulana 2022ê  derbarê vegerandina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê bo welatê wan û hebûna leşkerên Artêşa Welatê wî di nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de   di bernameyeke televizyonî de axivî.

Soylu ameje bi wê yekê da ku di serdema wî ya Wezîrtiya Kar de hejmareke karsazan ji wî daxwaz kirine ku rê bo karkirina koçberên Sûrî bê dayîn û got: “Li cihê herî baş ê Stenbolê rûne, di kargeha xwe de Sûriyan bide xebitandin û bîmeya wan çêneke. Piştre bêje dê çi li van Sûriyan bê? Em koçberên Sûrî bişînin destpêkê dê karsaz li dijî vê yekê derbikevin.”

Soylu li ser dagîrkirina Efrînê û beşek din a axa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Artêşa welatê wî ve jî got:  “Me bi operasyonên Çiqlê Zeytûnê, Mertala Firatê û Kaniya Aşitiyê li Sûriyê qadeke 8 kîlomnetereyî ya bi ewle avakir.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê helwêsta partiya sereke ya opozîsyona wî welatî  CHPê yên li dijî polîtîkayên Sûriyê û  koçberan de jî rexne li Serokê Giştî yê wê partiyê Kemal Kiliçdaroglu girtin û got:”Eger hûn bixwazin em ji Efrînê derbikevin. Kiliçdaroglu dixwaze em ji wir derbikevin.  Ez bang li wan kesên li Semsûr, Kilîs û Dîlokê dikim. Li vê deverê 1 terorîst maye. Em dê wî jî bibînin. Eger em ji Efrînê derbikevin roja din dê ji Hatayê heta Semsûrê herî kêm 100 terorîst derbas bibin.”

Li gor daneyên Komeleya Penaberan a Tirkiyê, heta 21ê Nîsana 2022ê hejmara penaberên Sûrî yên li Tirkiyê nêzîka sê milyon û 800 hezar kes bûye û ji serê sale ve zêdeyî 25 hezar Sûrî hatine Tirkiyê. Ji sedî 98.7ê Sûriyan li bajaran bicîh bûne û tenê ji sedî 1.4ê wan li kampan dimînin.

Welatiyên Tirkiyê jî ji hebûna koçberan a li welatê xwe nerazîne. Li gor rapirsiya dawî ya Kompanya Optimarê, ji sedî 21ê xelkê li Tirkiyê dibêjin ku ji Sûriyan bêzar in. Derbarê sedeman de jî, ji sedî 32.2 dibêjin mafê wan zeft kirine. Ji sedî 69.2 dibêjin derfeta karkirina wan kêm dikin û li gor ji sedî 29.2ê wan jî derfeta wan a kar sînordar kirine. Ji sedî 18.8 dibêjin ji mana wan a daîmî nîgeran in. Ji sedî 13.6 dibêjin ji penaberên Sûrî ditirsin. Ji sedî 51.6ê beşdarbûyên rapirsiyê dibêjin ligel Sûriyan hest bi asayîşê nakin, ên ku dibêjin hest bi asayîşê dikin rêjeya wan tenê ji sedî 3.6 e.

 

Rudaw

Top