• Tuesday, 24 February 2026
logo

Leşkerekî Tirkiyê li Efrînê hat kuştin

Leşkerekî Tirkiyê li Efrînê hat kuştin

 Tirkiyê kuştina efserekî xwe li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û di encama êrîşeke rokêtî de ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li herêma Efrînê êrîşeke rokêtî li dijî hêzên wan hatiye pêkanîn û di encamê de efserekî wan ku bi giranî birîndar bûbû, canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku êrîş îro 4ê Gulana 2022an û bi rokêtê hatiye kirin, herwiha nasnameya wî efserî jî Talha Bahadir hatiye ragihandin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, piştî êrîşa rokêtî ya li ser hêzên wan, topxaneya artêşa wan herêm bi giranî topbaran kiriye.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrîşa îro ya li Efrînê ya li dijî hêzên Tirkiyê li xwe negirtiye.

Herêma Efrînê ji bihara sala 2018an ve dagirkirî ye û di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkirinên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

 

Rudaw

Top