• Tuesday, 24 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge li Şingalê: PKK terorîstên DAIŞê çekdar dike û tevlî şer dike

Fermandeyekî Pêşmerge li Şingalê: PKK terorîstên DAIŞê çekdar dike û tevlî şer dike

Fermandeyekî Pêşmerge li Şingalê ragehand, PKK terorîstên DAIŞê çekdar dike û li Şingalê bo derxistina fitnê bikar tîne.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Mam Qewal ji BasNewsê re got, pêwîst e hikûmeta Iraqê êdî alîkariya darayî nede çekdarên PKKê yên li Şingalê û çavaniya darayî ya wan zuha bike. Çekdarên PKKê mûçe ji Bexdayê werdigirin û li aliyê din jî şerê artêşa Iraqê dikin. Di vê navberê de yê ku ziyanmend dibe jî dîsa xelkê Şingalê ye.

Mam Qewal her wiha got, niha rewşek gelekî nexweş li Şingalê heye û tirs ketiye nav xelkê Şingalê. Ji ber ku çekdarên PKKê ketine nav malên xelkê û wan wek mertal li dijî artêşa Iraqê bikar tînin.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn jî, PKK niha jî terorîstên DAIŞê, yên ku di sala 2014 de xelkê Şingalê cînosayd kirin, çekdar dike û li hember artêşa Iraqê dide şerkirin. Hinek ji wan çekdaran ji çend malên Şingalî re gotine, eger dengê xwe bikin dê wan bikujin ji ber wê jî wan malan bar kirine û reviyane.

 

Basnews

Top