• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Dêrezorê 4 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Li Dêrezorê 4 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrîşa çekdarên DAIŞê ya li parêzgeha Dêrezorê de 4 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku DAIŞê êrîşî dewriyeyeke leşkerî ya Iraqî Saîd El-Şuhedaa ya ser bi Îranê li gundê Ark a li ser rêya di navbera Palmîra û Dêrezorê de kir.

Hat ragihandin ku di êrîşê de 4 çekdar hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

SOHRê diyar kir ku birîndar hatin rakirin bo Nexweşxaneya Neteweyî ya Basel El-Esed a li Palmîrayê.

Li gorî îstatîstîkên SOHRê, ji destpêka sala 2022an û vir ve di operasyonên serbazî yên li çolistana Sûriyê de 195 çekdar hatine kuştin.

 

Rudaw

Top