• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mossad: Me sê planên Îranê pûç kirine

Mossad: Me sê planên Îranê pûç kirine

Dibêje dixwest li Tirkiye û çend welatên din êrîşan pêk bîne.

Dezgeha îstîxbarata Îsraîlê Mossad ragihand ku di çend rojên berê de endamên wan karîne 3 planên hêzên qudis yên Îranî pûç bikin.

Li gor daxuyaniya Mossad hêzên qudis bi hevbeşiya îtlaata Îranê xwestibûn li sê welatên Tirkiye, Almanya û Franseyê êrîşî ser welatiyên Îsraîlî û welatiyên welatên Rojavayî bikin, lê endamên Mossad karîne wan plnan pûç bikin û pêşiya wan êrîşan bigirin.

Heta niha Îran di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.

Top