• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê nêzîkî 5 milyar dînar bo pirsgirêka ava Hewlêrê terxan kir

Gulan Media April 30, 2022 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê nêzîkî 5 milyar dînar bo pirsgirêka ava Hewlêrê terxan kir

 Hikûmeta Kurdistanê nêzîkî 5 milyar dînar bo çareserkirina pirsgirêka avê li Hewlêrê terxan kir.

Wezareta bajarvanî û tûrîzma Kurdistanê ragehandiye, duhî encumena wezîran ya Kurdistanê rizamendî li ser terxankirina 4 milyar û 707 milyon dînar bo pirsgirêka avê li Hewlêrê nîşan da.

Wezaretê daye zanîn jî, ew diravê han dê bo kişandina elektirîkê bo bîrên avê, dabînkirina pompên avê, çêkirina jeneratorên bîrên avê û kirrîna kelûmelên pêwîst bo pirojeya ava Îfraz-3 û kirêkirina tankên avê bo veguhestina avê bo malan were xerckirin.

 

Basnews

Top