Çekdarên rejîmê Kolberekî din kuştin
Li gor zaniyariyên ji devera Hewramanê, îro şemî danê sibê, çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê li devera Newsûdê ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd bi navê Sefer Subhanî xelkê devera Dûrîsanê canê xwe ji dest daye.
Hate zanîn ku cenazeyê Sefer Subhanî ku bavê du zarokane, bo nexweşxaneya Paweyê hatiye veguhastin.
Nûçe
